Emîr Ebduahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê li dewam hevdîtinên xwe li rexê civîna Dawûsê bi Wezîrê karên derve yê ERebistan, Slowonî, Inglîz û serokkomarê Ermenistanê re hevdîtin pêk anî.
Serokkomarê Iraqê û serokwezîrê Tûnîsê hevdîtin pêk anîn û li ser berfirehkirina hevkariyên dualî û mijarên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê hêvî kir ku heke qanûna nift gazê li parlimana Iraqê were pejirandin, Hewlêr û Bexda di 6 mehên bê da li ser nift û gazê bi wayekî teqil li hev bên.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê got: "Riyaz hewl dide rêyekê ji bo gotûbêja bi Îranê ra peyda bike; ji ber ku gotûbêj rêya herî baş ji bo kêmkirina nakokiyan e."
Oxfam'ê di bereberê Civîna Cîhanî ya Aborê li Davosa Swîsê ragihand ku serwet û samana herî zêde li cîhanê tenê di destê sedî 1ê gelheya cîhanê da ye.
Civata Cîhanî ya Aborê (Davos) di rapora xwe ya 2023an da nivîsî, pirsgirêka zêdebûna xercên jiyanê û guherînên keşûhewa bi rêzê dê qeyranên cîhanê yên herî girîng di kurtedem û dirêjdemê da bin.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Li Lûtkeya Davosê dê nêrîn, derfet û şiyanên Îranê di vî warî de şirove bikim.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi mebesta beşdariya li Lûtkeya Davosê; Çû Swîsreyê.