May 19, 2022 19:28 Asia/Tehran
  • Nimandina balafira barhilgir a sivik a Sîmorg`ê bi amadebûna Wezîrê Berevanîya Îranê

Balafira barhilgir a sivik a bi navê Sîmorg ku bi destê pisporên Sazîya Pîşeyên Hewayî ya Wezareta Berevanîya Îranê hatîye çêkirinê, bi amadebûna Wezîrê Berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê li Şirketa Hêsay a Isfehanê hat nimandin.

Tûggeneral (sertîp) Mihemedriza Aştîyanî Wezîrê Berevanîyê yê Îranê îro di merasima nimandina balafira barhilgir a sivik a Sîmorg`ê da got: Em hêvî dikin ku bi hewla duberanber û di salekê da ku rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî wek sala `` berhemanîna zanistbingeh û pîşesaz bi nav kirîye, em destkevtên din di warên curbicur ên berevanî û xizmetguzarîya bo gel da bibînin.

Tûggeneral Aştîyanî amajeyî alûgurên herêmê û gefên pêşberî Komara Islamî ya Îranê kir û pêgirî ser girîngî û cîgeha tranzîta hewayî jibo cihanîna erkên locêstîk. barhilgirtin, veguhestina hêz û leşkeran, şandina alîkarîyan û piştgirîya ji hêzên çekdar li meydanên şêrr kir û got: Wezareta Berevanîyê wek sazîya hêzafirîner û xurtker û piştevanê hêzên çekdar, roleke girîng di jordabirina asta şîyana pêşîlêgirtinê ya Komara Islamî da heye.

Serepeyv