May 12, 2022 14:03 Asia/Tehran
  • Hevdîtinên Enrique Mora bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê re berdewam dikin

Koordînatorê Yekîtiya Ewropayê ji bo danûstandinên nukleerî bi Îranê re Enrique Mora, li Têhranê gotûbêjên xwe bi cîgirê wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Baqirî berdewam dike.

Li gorî rapora IRNA`yê, hevdîtinên Enrique Mora kordînatorê muzakirên Viyenê û Elî Baqiriyê Kenî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê muzakereyên Îranê îro pêncşemê jî li Wezareta karên derve dewam dikin.

Eva serdana duyem a Mora bo Tehranê ye ku di mideha kêmtir ji du mehan pêk tê.

Hevdîtinên gera heştem li Viyenê, bi giranî li ser rakirina dorpêçên zalimane û neqanûnî yên li ser Îranê, ku ji 8ê Sibatê li paytexta Otrîşê dest pê kiribû, di 11ê Adarê de bo cara duyem kete navbêna xwe.

Ji destpêka danûstandinan ve, hikûmeta Amerîkayê çendîn carn hewl daye ku li şûna pêşniyara destpêşxeriyên pratîk ji bo pêşdebirina gotûbêjan, aliyên curbicur bi sistkirin û astengkirina gotûbêjan tawanbar bike.

Komara Îslamî ya Îranê pêgiriyê dike ji ber ku Amerîka bi xwe binpêkirina Rêkeftina Navokî despê kiriye, ev Waşîngton e ku divê bi rakirina dorpêçan vegere ser vê rêketinnamê û cihanîna sozên Emerîkayê hewce dike ku werin piştrast kirin.

Helbet Tehranê tekezî li ser wê yekê kiriye ku ti israr û lezeke wê li ser vegera Amerîka bo rêkeftinê nîne.

Serepeyv