Adar 29, 2022 15:26 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê berê xwe da Çînê

Wezîrê karên derve yê Îranê bi mebesta beşdariya di civîna sêyem a wezîrên derve yên welatên cînarê Efxanistanê roja Sêşemiyê terka Tehranê kir û berê xwe da Çînê.

Çîn dê li Pikenê (Beijing) mazûvaniya civîna sêyem a welatên cînarê Efxanistanê bike.

Civîna yekem a wezîrê derve yên welatên cînarê Efxanistanê di 8ê Îlona 2021ê da bi mazûvaniya mecazî ya Pakistanê hat lidarxistin.

 

Serepeyv