Adar 27, 2022 15:26 Asia/Tehran
  • Civîna Enrique Mora li Tehranê bi Baqirî re

Cîgirê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê ku serdana Tehranê kiriye, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê re civiya.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Baqirî serokê şanda muzakireyê û alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û Enrike Mora alîkarê berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê û hevrêzkarê gotûbêjên Viyenê li bara rewşa dawîn a danûstandinên dawîn ên rakirina boykotên li dijî Îranê li Viyenê bi hev re  gotûbêj kirin û ser mijarên mayî yên van danûstandinan şêwirîn.

Elî Baqirî serokê danûstandkarên Îranê, bal kişande ser cidiyet û rijdbûna Komara Îslamî ya Îranê bo bi dawîkirina rêketinama li Viyenê û bal kişand ser vê yekê ku eger aliyê Amerîkayê rastbîn be, dibe ku lihevkirin çêbibe.

Koordînatorê hevdîtinên Viyenê Enrique Mora jî raporek li ser şêwrên xwe yên dawîn bi aliyên din re pêşkêş kir.

Baqiri û Enrique Mora dê di rojên pêş de jî têkilî û şêwirînên xwe ji nêz ve bidomînin.

Hevdîtinên gera heştem li Viyenê ku 8ê Sibatê li paytexta Awusturyayê bi armanca rakirina dorpêçên zordarane û neqanûnî yên li ser Îranê dest pê kiribû, di 11ê Adarê de ji bo cara çendemîn kete dema bêhnvedanê.

Serepeyv