Xetîbzade: Deynê ku gelê Îranê dixwest bi rûmet û bêyî girêdan bi mijarên din ve hate standin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi redkirina gotegot û gumanên şaş û ne rast ên hin medyayên Îngîlîzî li bara deynên bi dehan salan ên Îranê li ser Brîtanyayê got: Deynê gelê Îranê li ser Brîtanyayê bi rûmet û bêyî girêdan bi mijarên din ve hate standin û ev îdiaya ku ev pere li destê dewleta Swîsreyê bûye ji binî ve derew e.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Pêncşemê li bersiva pirseke medyayî ya derbarê pêngav û tedbîrên berfireh ên wergirtina deynên bi dehan salan ên Îranê li ser Brîtanyayê got: Danûstandinên Îranî yên ser bi dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê, karîn piştî zêdetir ji 40 salan û di pêvajoya muzakereyê ya giran de, tevî astengiyên bi dû hev yên çêkirî ji aliyê Brîtanyayê ve, 390 milyon pondên brîtanî deynê Brîtanyayê li ser Îranê were standin û wê vegerînin nav xezîneya welêt.
Xetîbzade herwiha got: Deynê dewleta Brîtanîyayê ji Îranê re peywendî bi rejîma Pehlewî heye ku ji bo kirîna tankên Çîftan ji Brîtanyayê di sala 1350`an de pêşekî dabû dewleta vî welatî.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku piştî serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê û zêdetir ji çar dehsalan, dewleta Brîtanyayê bi hincetên curbecur ên wekî dorpêçên aborî ev deynê xwe bo Îranê nedida. Xetîbzade di dewamê de got: Lê nûnerên Îranê bi dû şopandinên qanûnî li dadgehên peywendîdar û zextên siyasî li ser dewleta Brîtanyayê, karîn rayedarên Brîtanyayê razî bikin ku pêwîstiya dayîna deynan bidin zanîn.
Xetîbzade li ser redkirina guman û gotegotên şaş û nerast ên hin medyayên Brîtanyayê, tekez kir: Pereyên ku ji Brîtanyayê hatine wergirtin teqez û tam di destê Îranê de ye û awayê xerckirina wê bi temamî girêdayî biryara Komara Islamî ya Îranê ye. Mafê aliyê Brîtanya yan jî aliyekî din tine ku destwerdanê bike.
Îran û Brîtanyayê di sala 1970an de peymanek îmze kiribûn ku 1500 tank û 250 wesayîtên zirxî radestî Îranê bikin. Lê belê
hikûmeta Brîtanyayê piştî girtina hêlîna sîxuriyê ya Amerîkayê radestkirina van tankan bo Îranê rawestand.
Rejîma Pehlewî hemû pereyên girêdayî vê girêbestê dabûn, ku li gorî hin agahiyan digihêje milyarek dolar.