Emîr-Ebdullahiyan: Ti pêwendiya azadkirina “Zagerî û Aşûrî” û dayîna deynê Îranê yê ser Brîtanyayê nîne.
Wezîrê karên derve yê Îranê amaje bi wê yekê kir ku deynê Brîtanyayê bo Îranê hatiye dayîn û tekez kir, ku ti pêwendiyek di navbera azadkirina pereyên Îranê û kesên ku bi tometên ewlehiyê li Îranê hatine girtin, nîne.
Nakokiya di navbera Îran û Brîtanyayê de li ser peymana kirîna tankên Chiftan vedigere nêzîkî 50 sal berê; Di sala 1971ê de peymana kirîna 1500 tankên Chiftan hatibû îmzekirin û di sala 1976an de Îranê zêdetirî 1 milyar dolar ji bo van tankan dabû.
Piştî rêkeftinê, Brîtanyayê nêzîkî 150 tank radestî Îranê kir, lê bi serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê di sala 1979`an de bû sedema rawestandina radestkirina tankan.
Piştî serketina inqilaba islamî, Londonê bi behaneya ambargoya çekan radestkirina tankên mayî ji Îranê re red kir û bi girêbestek nû ew firotin rejîma Beis a Iraqê.
Dîwana Edaletê ya Navnetewî (ICJ) di sala 2001ê de Brîtanya mehkûm kir ku deyn û zirarên ku di encamê de hatine dayîn bidin, ku di dawiyê de Brîtanyayê dane Îranê.
Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li kêleka cejna dîplomatîk a Newrozê ku bi amadebûna sefîr û serokên nûneratiyên welatên derve li Têhranê hat lidarxistin, ji rojnamevanan re got: zêdetir ji 390 milyon pûnd berî serketina Înqilaba Îslamî li bara hin kirînên berevaniyê ji Birîtanya me ji vî welatî dixwest, aqubet me çend roj berê ev pere wergirt.