Adar 07, 2022 00:49 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna boriya gazê 4 kesan li Loristanê canê xwe ji dest dan

Bi sedema teqîna boriya gazê ya du malan li parêzgeha Loristanê ya Rojavayê Îranê, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer îro Yekşembê li bajarê Birûcêrdê yê Loristanê qewmî û di bûyerê de beşeke zêde ya du malên ku boriyên gazê lê teqiyan, wêran bûn.

Di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûne. Ji kesên ku canê xwe ji dest dane, 2 jin, zarokek û kalikek bûne.

Rêveberê Heyva Sor a Loristanê, Sarim Rizayî ragihandiye, “ew herdu mal îro Yekşembê serê sibehê teqiyane û birîndarên bûyerê piştî ku ji bin kavilên malan hatin derxistin, rakirin nexweşxanê.”

Sarim Rizayî herwiha got, “Bi egereke zêde belavbûna gazê bûye sedema teqînê, lê belê tevî wê yekê derbarê sedema rasteqîn a bûyerê de lêkolîn tê kirin.”

Rizayî diyar kir, hêza teqînê bi qasekî zêde bûye ku herdu mal wêran bûne.

Serepeyv