Hezîran 07, 2023 16:24
Koçerên Lek ên Loristanê her sal bi destpêbûna demsala biharê ra ji deverên germ ên vê parêzgehê ber bi zozan û cihên hênik ên şaristanên Selsele (li bintara rêzeçiyayên Gerîn, devera çiyayî ya Kehman, Gundê Honamê), Beşa Xawe ya şaristana Dilfanê û deverên bakurê Loristanê va koç dikin û bi destpêbûna demsala payîzê û dawiya meha Îlonê koça wan ber bi deverên germ li başûrê Loristanê û Endîmişkê dest pê dibe.