Emîr-Ebdullahiyan: Hevdîtina serokomar di gel mîrê Qeterê rewşê ji bo geşbûna pêwendiyên Têhran û Dûhayê xweş dike
Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina di gel hevpîşeyê xwe yê qeterî, destnîşan kir: Hevdîtina serokomar di gel mîrê Qeterê rewşê ji bo geşbûna pêwendiyên Têhran û Dûhayê xweş dike.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê ku hevrê di gel Seyid Îbrahîmn Reyîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê li Qeterê ye, roja Sêşemiyê di hevdîtina tev Muhemed Bin Ebdulêrehmann Alê Sanî wezîrê derve yê Qeterê, guhertinên herî dawî yên pêwendiyên du welatan di warên siyasî, aborî û mijarên têkidlarî îraniyên niştecihê Qeterê gotûbêj kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî sipasiya ji mêvandariya baş a dewletê Qeterê û lidarxistina serketî ya civîna serokên OPECa gazê, bal kişande ser potensiyelên heryî di warê hevkariyên du welatan di beşên aborî û bazirganiyê da û serdana Seyid Îbrahîm Reyîsî ya Qeterê û hevdîtin û gotûbêjên girîng ên pêkhatî di gel mîrê Qeterê sebeba xweşkirina rewşê ji bo geşbûna pêwendiyên du welatan zanî.