Çile 28, 2022 23:33 Asia/Tehran
  • Rawêjkariya dualî ya di navbera Baqirî û Mora de li Viyenê

Di dewama gera heştem a gotûbêjan li Viyenê de, “Elî Baqirî” û “Enrique Mora” dîsa bi hev re rûniştin ji bo gotûbêja ser Rêkeftina Navokî û piştî wê jî Îran ligel sê welatên Ewropa û Yekîtiya Ewropayê civînekê pêk anîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, li çarçova gera heştem a gotûbêjên Viyenê di navbera Îranê û koma 4 + 1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsiye û Çîn) û koordînatorê YE, îro (În) li hotêla Coburg a Viyenê, şêwir û gotûbêj li dar ketin.

Di vê derbarê de Elî Baqirî serokê desteya muzakereyên Komara Îslamî ya Îranê û Enrîq Mora kordînatorê Ewropa yê gotûbêjan li hotêla Coburg a Viyenê bi hev re gotûbêj kirin.

Piştî vê civînê dê bi amadebûna berpirsên bilind ên danûstandinan ên Îran, Yekîtiya Ewropa û her sê welatên ewropî yên endamên Rêkeftina Navokî civînek li dar ket.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, îro Înê li gotûbêja telefonî digel Antonio Guterres sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, pêvajoya muzakereyan erênî nirxand û bal kişand ser îradeya cidî ya Îranê ji bo gihîştina lihevhatineke baş di zûtirîn dem de û di vê halî de tekez kir ku pêdivî ye Rojava û Amerîka bi kiryareke pratîkî, berçav û verastkirî tev bigerin.

Serepeyv