Çile 25, 2022 23:15 Asia/Tehran
  • Civîna şanda bilind a danûstandinan a Îranê bi nûnerên koma 4 + 1 re

Civîna desteya bilind a danûstandinan a Komara Îslamî ya Îranê û nûnerên koma 4+1 li Viyenê hat lidarxistin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), berî hevdîtina “Elî Baqirî Kenî” serokê desteya muzakireyên Îranê li gel nûnerên koma 4+1, muzakirê payebilind ê Îranê û “Enrique Mora” kordînatorê Komîsyona Rêkeftina Navokî, civîneke dualî pêk anî.

Hevdîtinên pispor ên muzakereyên Îranê û nûnerên koma 4+1 li Viyenê dewam dikin.

Heştemîn dewra gotûbêjên rakirina dorpêçên ser Îranê roja duşemiyê 27ê Kanûnê ya 2021an li Viyenê dest pê kir û li gorî şandên danûstandinkar, gotûbêj bi pêş ketine.

Piştrastkirina rakirina sizayan û dabînkirina garantiyan ku Îran tekezî li ser wan dike, du mijarên girîng ên pêvajoya danûstandinên Viyenê ne.

Salek piştî ku rêveberiya Joe Biden a Demokrat derbasî Koşka Spî bû û kiryarên yekalî yên rêveberiya berê ya ji bo derketina ji rêkeftina Îranê û koma 5+1 şermezar kir, heya niha ti karekî bawerpêkirî ji bo paşxistina xeletiyên berê negirtiye..

Komara Îslamî ya Îranê muhlet ji bo gotûbêjan diyar nekiriye û bi mebesta gihîştina bi rêkeftina dawî di gotûbêjan de amade ye, lê eger aliyên dijber di rojên pêş de îradeya xwe ji bo pêşdebirina gotûbêjan nîşan nedin, berdewamiya danûstandin dê bi dijwariyan re rû bi rû bimînin.

Serepeyv