Çile 25, 2022 13:53 Asia/Tehran
  • Hevdîtina şêwirmendiya cîgirê wezîrê derve yê Holandayê bi  “Elî Baqirî” re li Viyenê

Êvariya duşemiyê li kêleka gotûbêjên Viyenê li bara rakirina dorpêçên zordarane û neqanûnî yên ser Îranê, Tîs Fonderplus alîkarê wezîrê karên derve yê Holandayê bi Elî Baqirî Kenî alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, di vê hevdîtinê de ku li ser daxwaza aliyê Holandî pêk hat, her du aliyan li ser mijarên curbicur ji wan mijarên dualî gotûbêj kirin.

Duh, “Duşemê”, şêwirên li Viyenê di gera heştem a gotûbêjan de bi amadebûna şandên Îran, Yekîtiya Ewropa û welatên 4+1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn) li ast û formên cuda berdewam bûn.

Di vê derbarê de û li dûv gotûbêjên şeva Yekşemê, civîneke bi serok û nûnerên heyetên Îran, Yekitiya Ewropa û koma 4+1 ji bo pêdaçûn û gotûbêjkirina metna reşnivîsê li hotêla Coburg a Viyenê hat lidarxistin.

Li aliyê din bi vê civînê re jî civînên pisporan hatin lidarxistin.

Êvariya duşemê jî li Hotêla Coburgê, Elî Baqirî Kenî muzakerevanê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê û Enrîque Mora cîgirê sekreterê giştî yê saziya karên derve ya Ewropayê hevdîtin pêk anîn.

Serepeyv