Azadiya sîxuran; Mercê nû yê Amerîkayê ji bo vegerîna ser Rêkeftina Navokî
Hikûmeta Amerîkayê ku bi awayekî neqanûnî ji peymana nukleerî ya sala 2015an a bi Îranê re derketibû, ji bo vegera ser peymanê şert danî.
Li gorî Reutersê, Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê, Robert Malley ku berê diyar kiribû mijara hemwelatiyên amerîkî-îranê yên ku li Îranê girtî ne, ti pêwendiya xwe bi mijara danûstandinên atomî re tineye duh got: Bêyî azadkirina Amerîkiyên li Îranê rêkeftina etomî ne pêkan e.
Kesên Robert Malley ji wan diaxive ji aliyê dadgehên Îranê ve bi tawanên sîxuriyê hatine mehkûmkirin û cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn û niha ew di zîndanê ne.
Komara Îslamî ya Îranê çendîn caran ragehandiye ku ew duwelatîbûna hemwelatiyên Îranê qebûl nake û kesên girtî hemwelatiyên Amerîkayê nînin.
Hin kes amaje bi wê yekê dikin ku îhtimala lihevkirina di danûstandinên Viyenê de û vegera Amerîka bo ser Rêkeftina Navokî bihêztir dibe. Vêca ev îhtmalên hanê bûne sedem ku dewleta Amerîkayê şerteke nû ji bo vegera ser rêkeftinê û cihanîna erkên xwe yên li gor vê rêkeftinê ragihîne da ku nekeve bin barê soz û erkên xwe yên wekî rakirina boykotan.
Eva di rewşekê de ye ku her dem Robert Malley gotiye ku pirsa etomî û mijara girtiyan du tiştên cuda ne, lê ew herduyan dişopînin.
Komara Îslamî ya Îranê jî bi caran ragihandiye ku mijara binçavkirin û girtiyan di girtîgehên Îran û Amerîkayê de mijareke mirovî ye û ti pêwendiya wê bi mijarên din re ji wan bi lihevkirina navokî re nîne.
Niha hejmarek ji welatiyên Îranê bi behaneya derbaskirina dorpêçên neyasayî yên wî welatî li dijî Îranê di girtîgehên Amerîkayê de ne. Di vê navberê de welatiyên Amerîkayê yên ku li Îranê girtî ne, bi sûcên sîxurî û ewlehiyê ketine girtîgehê.
Di heyama du salên borî de, Îranê çendîn caran daxwaza pevguhertina girtiyan bi Amerîkayê re kiriye, lê ev daxwaz hertim ji aliyê Waşingtonê ve hatine redkirin.