Çile 19, 2022 20:43 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Pêwendiya bijare ya Îran û Rûsiyê di riya danûstandinên stratejîk da ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tu sînordariyek ji bo berfirehkirina têkiliya Îranê tev Rûsiyê tuneye û têkiliya bijare ya Têhran û Moksoyê di asta danûstandinên stratejîk da ye.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Serokomartiyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di hevdîtina di gel Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê li Moksoyê tevî amajeya bi rola bibandor a du hêzxurtên Îran û Rûsiyê li navçe û cîhanê, têgihîştina hevpar a du welatan di mijarên navçeyî û navneteweyî xweşkera rewşê ji bo hevkariyê da zanîn û got: Pêwendiya bijare ya Îran û Rûsiyê di riya danûstandinên stratejîk da ye.

 

Reyîsî danûstandina herî pirr di gel welatên cînar û hevpeyman ji yekemayetiyên siyaseta derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û got: Xurtbûna hevkariyên dualî yên Îran û Rûsiyê, dê bibe sebeba geşbûna aboriya du welatan û zêdebûna ewlehiya navçe û cîhanê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku hevkariya Îranê tev dewletê serbixwe, bêyî berçavgirtina alûgorên navneteweyî berfireh dibe, têkoşîna dijî terorîsm û qaçaxa birêxistinkirî ya madeyên hişber ji mihwerên hevkariyê da zanîn û got: Ezmûna hevkariya dijî terorîsmê li Sûriyê dikare li Qefqaz û Efxanistanê jî were bikaranîn.

Reyîsî tevî tekeziya li ser neguhêrbariya sînoran li Qefqazê û hakimiyeta neteweyî û jepopolîtîk a navçeyê, amaje bi pêwîstiya hevkariyê ji bo geşkirina aboriya navçeyê kir û got: Têketina NATOyê bi her rûvek û navekî li Qefqaz û Asyaya Navendî gefa li dijî berjewendiyênn hevpar ên welatên serbixwe ye.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tenha riya aramî û ewlehiya mayînde li Efxanistanê damezirandina dewleta giştalî bi beşdariya hemî qewm û koman da zanîn û destnîşan kir: Îran weke Rûsiyê ji 40 salên borî va li hemberî Amerîkayê rawestiyaye.

Reyîsî hevkariya Îran û Rûsiyê di têkoşîna dijî terorîsmê li Sûriyê ezmûneke serketî da zanîn û tevî tekeziya li ser parastina yekparçetiya axa Sûriyê, got: Hakimiyeta tam a dewleta navendî li ser hemî welat û sînorên navneteweyî yên Sûriyê, tenha riya dabînkirina ewlehiyê li Sûriyê ye û çerxeya batil a cîbicîbûna dagirker di gel terorîst û berovajî li Sûriyê divê were rawestandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêvajoya gotûbêjên Astaneyê çarçoveke guncan ji bo çareserkirina dîplomatîk a qeyrana Sûriyê da zanîn.

 

Serepeyv