Xetîbzade: Derengxistina mûçeyê endametiya Îranê bo NY ji ber cezayên tund ên Amerîkayê ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Çarşemê şev li bara rawestandina mafê dengdanê yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Mixabin ji ber cezayên zordarî û neqanûnî yên Amerîkayê li ser Îranê, bo duwemîn sal li ser hev, dayîna heqê endamtiya Îranê di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de tê astengkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Seîd Xetîbzade" ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji endamên damezrîner û çalak ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, pêbend e bi dayîna tam û di wextê xwe de mûçeyên endamtiya xwe ji bo Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û ajans û rêxistinên din û desnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê tevî gelek zehmetiyên ku jê re çêkirine, çavkaniyên pêwîst ji bo endamtiya xwe li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dabîn kiriye û şêwirên pêwîst ji bo çareserkirina kêşeyan di vê barê de pêk tîne.
“Xetîbzade” her wiha got, di heman demê de, dabînkirina kanaleke ewle ji bo dayîna bileztir a heqê endamtiyê tê berçavgirtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di dawiya axaftina xwe de got: Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî û Sekreterat jî divê rewşên taybet ên welatên ku rûbirûyê sizayên neqanûnî bûne li ber çavan bigirin û ji bo dayîna kotayên xwe dudil nebin ku alîkariya wan bikin.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku 8 welat ji wan Îran, ji ber nedana heqê endamtiyê xwe yê di nav NY, mafê dengdanê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji dest dane.
Rawestandina mafê dengdanê yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, encameke din a terorîzma aborî ya Amerîkayê ye.