Çile 07, 2022 13:48 Asia/Tehran
  • Rûsya û Çîn: Danûstandinên Viyanayê ber bi pêş ve diçin

Berpirsên payebilind ên danûstandin ên Rûsî-Çînî şeva Pêncşemê pesna pêşketina danûstandinên li Viyenê dan, ku li ser rakirina cezayên zalimane û neqanûnî yên li dijî Îranê ne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mîxaîl Ulyanov nûnerê hertimî yê Rûsiyê li saziyên navneteweyî yên navenda wê li Viyenê piştî gotûbêjên li Otela Kobûrgê ji rojnamevanan re got: Ne tenê Rûsya, aliyên din jî qebûl dikin ku danûstandin bi pêş ve diçin.

Nûnerê Çînê yê di hevdîtinên Viyenê de Wang Kuan jî ji rojnamevanan re got ku hevdîtin ber bi pêş ve diçin û didomin.

Ulyanov herwiha li ser Twitterê ragihandiye ku wî bi nûnerên sê welatên Ewropayê re hevdîtin pêk anî û bi wan re ser rewşa dawî ya danûstandinên Viyen gotûbêj kir.

Nûnerê hertimî yê Rûsyayê li saziyên navneteweyî yên navenda wê li Viyenê jî roja Pêncşemê bi cîgirê wezîrê karên derve yê Koreya Başûr Choi Jong-kan re ku çûye Viyenê hevdîtin pêk anî ji bo gotûbêjkirina rêyên çareserkirina pirsgirêka blokekirina samanên Îranê di bankên Koreya Başûr de.

Deynê Koreya Başûr bi Îranê re nêzîkî heft milyar dolar e ku ji Îlona 2018an ve bi hinceta cezayên Amerîkayê nehatiye dayîn.

Elî Baqirî Kenî alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, sibeha pêncşemiyê li hevdîtina bi Çoy Jong Koon li Viyenê, bal kişand ser vê yekê ku bêyî berçavgirtina encamên gotûbêjên li Vîyenê, dewleta Koreya Başûr wezîfedar e ku diravên Îranê yên blokekirî azad bike, Ew nikare cezayên yekalî yên Amerîkayê bike hecet ji bo nedana deynên Îranê.

Serepeyv