Mijdar 29, 2021 11:03 Asia/Tehran
  • Edmîral Îranî: Stratejiya deryayî ya Îranê li hemberî gefan, berteknîşandan di

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di qada xwe ya avî bihêz li hemberî her gefekî radiweste.

Li gorî rapora kanala Sehera Kurdî, Edmîral Şehram Îranî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê yekşemiyê bi şev bi beşdariya di bernameya Zayeleyê ya kanala Sehera Kurdî bi boneya Roja Hêza Deryayî da, tevî tekeziya li ser şiyana ber bi zêdebûnê ya pêşîlêgirtin û berevaniya deryayî ya Îranê, got: Hêza deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê li gorî prensîba bingehîn a "Kintirîn dem" û "Berfirehtirîn qad"ê, bertek nîşanî gefan dide.

 

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî şirovekirina vê stratejiyê, got: Îran dikare di dema herî lez a pêkan û qada deryayî ya herî berfireh da li dijî dijmin raweste û rewşê kontrol û aram bike.

Edmîral Îranî got: Îranê bi sûdwergirtina ji şiyana çêkirina cûreyên binderyayî û keştiyan û bi hebûna çalak a yekîneyên asimanî, ewlehiya deryayî ya çaverêkirî pêk aniye û bi iqtidar niftkêş û keştiyên xwe diparêze.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê rola Îranê di pêkanîna û misogerkirina ewlehiya deryayî da, tekez kir: Hebûna bihêz a Îranê li deryayê, asta ewlehiya welatên din ên qada deryayî jî zêde kiriye.

Emîr edmîral Îranî bi gotina vêya ku aniha Îran li ser warê deryayî yê Oqyanûsa Hindê wek oqyanûsa herî qelebalix ku zêdetirîn asta danûstandinên ticarî tê da pêk tên, serdest e, got: Komkeştiya cengî ya Îranê li Kendava Edenê ye û ewlehiya hatûçûna keştiyan li hemberî dizên deryayî diparêze.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Dizên deryayî ji ber sûdwergirtina ji çekên pêşketî bûne terorîstên deryayî û sekinîna Îranê li hemberî gefine wiha ne tenê ewlehiya hatûçûna keştiyên ticaarî dabîn kiriye, belkî bûye sebeba geşatî û ewlehiya ticaretê.

Edmîral deryayî her wiha di dewama gotûbêja di gel Kanala Sehera Kurdî da, bal kişande ser mewqiya jeopolîtîk a Îranê li deryayan û got: Komara Îslamî ya Îranê li navçeya zêrîn û cemsera aboriya deryayî ye.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ev navçeya zêrîn pêkhatî ji sê nuqteyên sereke û bingehîn ên Tengava Hormuzê, Tengava Bab ul-Mendeb wek dergeha Kendava Edenê û Deryaya Sor û Tengava Makalayê riya pêwendiyê ya welatên Asyaya Başûrê Rojhilat e ku Îran bi awayekî bibandor û hertimî li wir heye.

Edmîral Îranî tekez kir: Amûrên herî lihevalyayî li cîhanê di warê teknîkî, zanistî û endazyarî da têkildarî çêkirina binderyayiyan e ku ji asta herî bilind a zanista teknîkî sûd werdigire û piştî keştiyên şêrr û pergala mûşekî û balefir in ku ev şiyan li Îranê heye û zanîngeh û kompaniyên zanistbingeh wê yekê bi rê ve dibin.

 

Serepeyv