Mijdar 29, 2021 10:14 Asia/Tehran
  • Wezîrên karên derve yên Îran û Tacîkistanê li Eşq Avayê civiyan

Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê di dewama hevdîtinên xwe li kêleka civîna panzzdehem a serokên Rêxistina Hevkariyên Aboriyê (ECO), di gel Siracedîn Mêhredîn wezîrê derve yê Tacîkistanê civiya.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrên derve yên Îran û Tacîkistanê di vê hevdîtinê da tevî axaftina derbarê mijarên têkildarî pêwendiyên du welatan, di warê hevkariya dualî di asta navçeyî bi taybet di çarçova hevkariyên endamên ECO'yê şêwirîn.

 

Panzdehemîn civîna serokên ECO'yê roja yekşemiyê li Eşq Avayê hat lidarxistin û Seyid Îbrahîm reyîsî tevî beşdariya di vê civînê da, di gel rayedarên hin welatan civiya.

 

 

Serepeyv