Mijdar 28, 2021 16:51 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê di gel Sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Aboriyê civiya

Wezîrê karên derve yê Îranê di gel Sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Aboriyê (ECO) li kêleka civîna serokên vê saziyê li Tirkmenistanê civiya.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê di hevdîtina di gel Xosro Nazirî, Sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Aboriyê (ECO) li Eşq Avaya paytexta Tirkmenistanê, derbarê mijarên dualî pê ra axivî.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha li kêleka civîna panzdehem a serokên Rêxistina Hevkariya Aboriyê (ECO) di gel alîkarê yekem ê wezîrê karên derve yê Qezaqistanê civiya û derbarê mijarên dualî pê ra şêwirî.

Civîna panzdehem a serokên Rêxistina Hevkariya Aboriyê (ECO) bi beşdariya Seyid Îbrahîm Reyîsî serokomarê Îranê li Eşq Avaya paytexta Tirkmenistanê tê lidarxistin.

 

 

Serepeyv