Cotmeh 23, 2021 20:56 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya salvegera Jidayîkbûna Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û Îmam Ceferê Sadiq (S)

Sibe Yekşemî, 17ê meha Rebî' ul-Ewela sala 1443an a Koça heyvî, hevdem di gel 24ê Cotmeha 2021ê, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Muhemed Mustefa (S) pêxemberê hêja yê Îslamê û salroja jidayîkbûna hezretê Îmam Ceferê Sadiq (S) îmamê şeşem ê şîeyan e.

Misilmanên sune roja 12ê meha Rebî' ul-Ewela sala 1443an a Koça heyvî û şîe roja hevdehem a vê mehê wek salroja J dizanin.

Hezretê Îmam Xumeynî (S), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ku bi xwe ji dawakerên yekîtiyê li Cîhana Îslamê bû, ev mijar ji bo yekîtî û lihevnêzikbûna komên Îslamî bi kar anî û navbira van du rojan wek Hefteya Yekîtiyê bi nav kir.

Hezretê Muhemed (S) di temenê 40 saletiyê da li şikefta Herayê bi riya Cebrayîl û ji aliyê Xwedeayê mezin va wek pêxember hat bijartin.

 

Pêxemberê hêja yê Îslamê wek dawîn pêxemberê mezin ê xwedayî hat bijartin da ku civata cahilî ku di nava nezantî û bêexlaqiyê da noqm bûbû, ber bi exlaq, kerameta însanî vexwîne.

Bê'seta pêxemberê hêja (S) divê wek destpêka damezirandina mezintirîn şaristaniyeta îslamî û exlaqî ya cîhanê were zanîn ku mirovatî ji gemariyên fikrî û bawerî di dirêjahiya dîrokê da rizgar kir.

Pêxemberê Îslamê bi mûcizeya Qurana Pîroz wek baştirîn û tamtirîn pirtûka asimanî gihîşte pileya pêxembertiyê û bêseta wî bû sebeba diyarbûna nirxên mirovahiyê di dirêjahiya dîrokê da.

Wî bi pirtûka asimanî ya Quranê, têgehên nû ji wan rêzgirtina li jin û keçan, têkoşîna dijî zilm û potperestiyê, alîkariya mirovan, tohîd û yektaperestî û exlaqa qenc li civaka mirovahiyê damezirandin û riya felat û bxtewariya dinya û axiretê ji bo mirovan ron kir.

 

Rêxistina radyo û televîziyona Komara Îslamî ya Îranê vê boneya pîroz li hemî misilmanên cîhanê pîroz dike.

 

Serepeyv