Cotmeh 15, 2021 21:05 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya destpêbûna Îmamtiya Hezretê Mehdî (Ec)

Piştî şehîdbûna Hezretê Îmam Hesenê Eskerî (S), Îmamê yazdehem ê şîeyên cîhanê di roja 8ê Rebî ul-Ewel a sala 260î ya Koça Heyvî, kurê wî, hezretê Mehdî (Ec) gihîşte pileya îmamtiyê.

Nûçeya şehîdbûna Îmamê yazdehem ê şîeyên cîhanê li seranserî Samerayê belav bû û gel ji bo rêzgirtina wî şîndarî kir.

Hezretê Mehdî (Ec) piştî xwendina nimêjê li ser meytê bavê xwe yê hêja, bi îzna Xwedê ji ber çavan nexuya bû. Ji wê demê heyama Xeybeta yekem a Hezretê Mehdî dest pê bû kuwek Xeybeta Suxra tê naskirin.

 

Heyama Xeybeta Suxra (Amadenebûna kurt) a Hezretê Mehdî ji sala 260î ya Koça Heyvî dest pê bû û heta sala 329an a Koça heyvî domiya.

Hezretê Mehdî di vê heyamê da bi riya cîgirên xwe yên taybet bi gel ra di peywendiyê da bû, heta ku di sala 329an da, êdî nûnerekî rasterast neda nasandin û Xeybeta Dirêj dest pê bû.

Hegerên Xeybeta Hezretê Mehdî li gorî rewayetan, ihtimala terorkirina wî, nebûna bey'etekê li ser wî hezretî û ceribandina şîeyan hatiye zanîn.

 

Hemî dînên xwedayî pêşeroja mirov ronî û hevrê digel aştî, aramî, geşatî, ewlehî û berfirehbûna dadmendiyê dizanin. Pêşeroja ku bi xuyabûna Rizgarkerê alema beşeriyetê, dê zordar ji nav herin û dadmendî berfireh bibe.

 

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê, destpêbûna îmamtiya Rizgarkerê alema beşeriyetê li hemî azadîxwazên cîhanê pîroz dike.

 

 

Serepeyv