Hevdem bi hatina roja nîveka Şe'banê, salvegera ji dayikbûna Rigarçkerê alema mirovahîyê Hz. Mehdîyê Mewûd (s.a.) li ser Mizgefta pîroz a Cemkaran a bajarê Qumê bi amadebûna bi hezaran kesan, kulîlk û gulên xweşbêhn hatin reşandin.
Sibê Înê, 15`ê meha Şeibana 1443`an a hicrî heyvî, beranberî 18`ê Adara 2022`an, hevdemê salvegera jidêbûna diyanzdehemîn îmamê şîeyên cîhanê, hezretê îmam Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) ye.
Piştî şehîdbûna Hezretê Îmam Hesenê Eskerî (S), Îmamê yazdehem ê şîeyên cîhanê di roja 8ê Rebî ul-Ewel a sala 260î ya Koça Heyvî, kurê wî, hezretê Mehdî (Ec) gihîşte pileya îmamtiyê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, êvariya Yekşemê, salvegera ji dêbûna tekane rizgarkerê cîhana beşeriyetê, Hz. Mehdî (Ecelullah Teala) donzdehemîn Îmamê Şîeyên cîhanê pîroz kir.
Bi minasibeta hilketina salvegera jidêbûna pîroz a Hz. Mehdî (Ecelellah Tealla) Dengê qêrîna "Ya Mehdi Edriknî" li seranserê Îranê hat bihîstin.