Adar 17, 2022 23:57 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya salvegera jidêbûna hezretê Mehdî (e.s)

Sibê Înê, 15`ê meha Şeibana 1443`an a hicrî heyvî, beranberî 18`ê Adara 2022`an, hevdemê salvegera jidêbûna diyanzdehemîn îmamê şîeyên cîhanê, hezretê îmam Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) ye.

Hz. Îmam Mehdî (e.s) di sibeha nîveka meha Şebana 255 Hicrî Heyvî çavên xwe ser vê dinyayê vekirin.

Bavê wî yê qedirbilind Îmam Hesenê Eskerî (S) û diya wî hezretî jî xanima hêja "Nercis Xatûn" bûn.

Hz. Îmam Mehdî (e.s) piştî ku hate dunê, bi qasî pênc salan di bin çavdêriya bavê xwe yê hêja nîvveşartî jiyan kir.

Piştî şehadeta Îmam Hesenê Eskerî (e.s) di sala 260 hicrî heyvî de, heyama xeybeta biçûk dest pê kir û ev rewşa heta sala 329 hicrî heyvî berdewam kir. Di vê heyamê de Hz. Mehdî (e.s) ji riya 4 nayibên xwe bi xelkê re têkilî çêdikir.

Serdema Xeybeta mezin a Îmam Zeman jî ji sala 329ê hicrî heyvî dest pê kiriye.

Li şev û roja salvegera jidêbûna hezretê îmam Mehdî (e.s) gelê Îrana islamî tevî amadebûna li şûnewarên mezhebî û birêxistina cejnên cûrbicûr evîndarî û hizkirina xwe derheq hezretê Mehdî (e.s) nîşan didin.

Bajarên cûrbicûr ên Îrana Îslamî îşev û sibê anku Înê, 18`ê Adara 2022`an, têda coş û şahiyeke bêmînak heye û gelê welayetxwaz ê van deveran tevî birêxistina meclisên cejnê û belavkirina şîraniyê, evîna xwe ya resen û paqij ji îmamê Esr  (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) re diyar dike.

Saziya Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê hatina salvegera jidêbûna rizgarkirê mirovahiyê, hezretê Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) li gişt misilmanên cîhanê û azadîxwazên din pîroz dike.

Serepeyv