Nîsan 28, 2024 19:38 Asia/Tehran
  • Gelo Volkana Vezuviyûsê mala yekem Empratorê Romê binax kir?

Komeke kevnarenasan bi alîkariya hin lêkoleran ji Zanîngeha Tokyoyê ragihandin ku beşeke vîlayeke romî ya ku beriya nîveka sedsala yekem hatiye çêkirin, keşif kirine. Ev vîla li nêzikî bajarê Nolayê yê herêma Kampanyayê li başûrê rojavayê Îtalyayê di bin avahiyeke kevnare ya çêkirî di serdemeke din di sedsala duyem da hatiye peydakirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Zanyarî û hûrgiliyên taybet li vî cihî ku di bin xweliyên Volkana Vezuviyûsê (Vesuvius) da maye, nîşan didin ku ev vîla dibe ku mala Gayûs Cûliyûs Sêzar Egostos (Ektawiyan) xîmdanerê Empratoriya Romê be; ji ber ku li gorî destnivîsên hevçerxê wê serdemê yên nivîskarên romî weke Tasîtos, Siyotonîs û Dîvkasyos in.

Ev keşifa nû her wiha ji vê hêlê va girîng e ku di raborî da wiha dihat sêwirandin ku tenê navçeyên başûrê Çiyayê Vezuviyûsê ku li şûna bajarên romî yên kevnar yanî "Pompeii" û Herkûlaniyûmê (Herculaneum) bûn tûşî zirara giran bûne, lê ev vîla li Geliyê "Somma Vesuviana"yê li aliyê bakur e. Sala 1929an cotyarekî ji nişkê va beşeke avahiyeke binaxbûyî li nav zeviyê xwe dît.

Kevnarenas li vî cihî mijûlî xebat û kolandinê bûn û beşeke vîlayeke qerrase û nûwaze nas kirin ku wisa dihat gumankirin cihê jiyana Egostos bûbe; lê şert û mercên darayî yên wê demê nehîşt ku lêkolînên zêdetir li vê derê pêk bên.

Sala 2002an Zanîngeha Tokyoyê projeyeke bi hevkariya çend çiqên zanistî û kevnarenasên xwecihî ji bo lêkolîna li vî cihî dest pê kir. Ji wê demê va heta niha gellek tiştên romî û peykerên xweşik ên mermerîn ku diduyên wan ji bo nîşandana li mûzexaneyê guncan in, avahiyeke mezin bi gellek odeyan, neqişandinên ser dîwaran û mûzaîk hatine keşifkirin.

"Kûhî Sûgiyama" kevnarenasê Enstîtûya Lêkolînên Pêşketî yên Cîhanî li Zanîngeha Tokyoyê got: Kolandin û vedanên li derdora Çiyayê Vezuviyûsê ji sedsala 18an da berdewam in û wê demê hatibû diyarkirin ku di bin xwelî û xirbeyên bicihmayî ji teqîna herî mezin a vê volkanê di sala 79an da gellek berhemên romî binax bûne.

Serepeyv