Adar 29, 2021 00:29 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Em hêvî dikin ku Îran bi bawerî û pêwendiya bi Îmamê Zaman (ET) nêzîkê deshilatdariya Mehdewî bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, êvariya Yekşemê, salvegera ji dêbûna tekane rizgarkerê cîhana beşeriyetê, Hz. Mehdî (Ecelullah Teala) donzdehemîn Îmamê Şîeyên cîhanê pîroz kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, di vê civînê de bi pîrozkirina salvegera ji dêbûna tekane rizgarkerê cîhana beşeriyetê, Hz. Mehdî (Ecelullah Teala) hêvîdariya xwe diyar kir ku Komara Îslamî ya Îran bi bawerî û pêwendiya bi Îmamê Zaman (ET) bikare nêzîkî deshilatdariya Mehdewî bibe û rê û zemînê ji bo hatina wî hezretî serast bike.

Di dewama vê civînê de, çend pêşnîyarên dezgeh û teşkîlatên rêvebir ji alîyê Civata Wezîrên Îranê ve hatin pejirandin.

Sibê (Duşemî), 15ê Şebana 1442 Hicrî Qemerî(koçberiya Tavî) anku 29ê Adara 2021, hevdemê salvegera jidêbûna pîroz a Hz. Mehdî (Ecelellah Tealla), donzdehemîn Îmamê Şeyên Cîhanê ye.

Di şev û roja ji dayikbûna pîroz a Hz. Mehdî (ET) de, li Îrana Îslamî, nemaze li bajarên pîroz ên wekî Meşhed û Qom, bi cejn û şayî li dar ketin.

Serepeyv