Adar 19, 2022 00:05 Asia/Tehran
  • Li ser Mizgefta Pîroz a Cemkeranê bi helkefta jidayîkbûna îmamê duwazdehêm ê şîeyan gul hatin reşandin

Hevdem bi hatina roja nîveka Şe'banê, salvegera ji dayikbûna Rigarçkerê alema mirovahîyê Hz. Mehdîyê Mewûd (s.a.) li ser Mizgefta pîroz a Cemkaran a bajarê Qumê bi amadebûna bi hezaran kesan, kulîlk û gulên xweşbêhn hatin reşandin.

Îro roja Înê 15`ê Şabana sala 1443`an a hicrî, hevgavê 18`ê Adara 2022`an, hevdem e bi salroja jidayikbûna pîroz a Hz. Mehdî (e.s) îmamê duzdehemîn ê şîeyên cîhanê.

Li gorî rapora IRNA`yê; Mizgefta Cemkaran ji aliyê helîkopterê ve hat gul û çîçekbarankirin û bi sedan şaxên kulîlkan li ser mizgeftê hatin reşandin.

Stran û xwendina helbestan beşên din ên vê merasima bi heybet bûn.

Hz. Mehdî (e.s) di berbanga sala 255 hicrî de li Samerayê ji dayîk bû.

Bavê wî yê qedirbilind Îmam Hesenê Eskerî (S) û diya wî hezretî jî xanima hêja "Nerces Xatûn" bû.

Hz. Mehdî (e.s) piştî jidêbûnê, bi qasî pênc salan di bin çavdêriya bavê xwe yê hêja nîvveşartî dijiya.

Piştî şehadeta Îmam Hesenê Eskerî (e.s) di sala 260 hicrî heyvî de, heyama xeybeta biçûk dest pê kir û ev rewşa heta sala 329 hicrî heyvî berdewam kir. Di vê heyamê de Hz. Mehdî (e.s) ji riya 4 nayibên xwe bi xelkê re têkilî çêdikir.

Serdema Xeybeta mezin a Îmam Zeman jî ji sala 329ê hicrî heyvî dest pê kiriye.

Serepeyv