Tebax 01, 2021 11:39 Asia/Tehran
  • Şêwazên kontrolkirina Gewûsîbûnê bêyî bikaranîna dermanan

Gewûsîbûn an vegeriyana asîdê ji mêdeyê bo kirkirok anku qaqirçîkê ku di zanista bijîşkî da wek GERD (Gastroesophageal Reflux Disease) tê naskirin rewşeke gelekî nasyar e.

Lê gewûsîbûn çawa diqewime û çima asîda mêdeyê ber bi jor va vedigere? Kirkirok boriyeke bi dirêjahiya teqrîbî ya 25 cm e ku gewriyê li mêdeyê girêdide. Di dawiya kirkirokê da derikeke xelekî heye ku bi awayê xwezayî pirraniya deman divê girêdayî be û tenê di dema derbasbûna xwarin an şilikan ji kirkirokê bo mêdeyê divê vekirî be.

Eger ev derik (Sphincter) di dema mehandina xwarinê an dema ku asîd di mêdeyê da heye vekirî be, asîda mêdeyê dê vegere nav kirkirokê û dê hesta şewitîna serê mêdeyê pêk were ku jê ra Berşoşkîbûn jî tê gotin.

Ev kêşe di destpêkê da tenê bi awayê hesta nerihetî û şewatê ye; Lê dibe ku bibe sebeba birîna kirkirokê û heta hatina xwînê.

Em çawa rê li ber gewûsîbûnê bigirin?

1 - Xwarin û vexwarinên handêr û tehrîker nexwinBikaranîna elkol, qehwe û nûşaveyê û xwarinên çewr, tûj û tirş dibin sebeba vegeriyana asîda mêdeyê

2 - Piştî xwarinê xwe dirêj nekin

3 - Wade û nobetên xewarinê zêdetir bikin

4 - Giraniya leşê xwe kêm bikin

5 - Dev ji kişandina cîgareyê berdin

Riyên bilez ên kêmkirina asîda mêdeyê:

1 - Kincên xwe sist bikin; Kembera xwe sist bikin û kincên teng ji xwe bikin

2 - Rast û li ser piyan bisekinin

3 - Mehlûla ava lîmûn û hingivê biceribînin

4 - Çaya bi zencefîlê vexwin

 

Werger û amadekirin:

*Berat Qewîendam

 

Serepeyv