Destpêka meşa deryayî ya mezin a Rûsyayê bi hebûna kompapora artêşa Komara Îslamî ya Îranê
Tedbîqata deryayî ya Rûsya ya mezin di bendergeha Sent-Pêtêrzbûrgê de bi amadebûna kompapora 75-emîn a Hêza Deryayî ya Stratejîk a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê dest pê kir.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo ûTelevîziyona Îranê; Meşa deryayî ya Rûsyayê ya mezin bi minasebeta 325-emîn salvegera damezrandina Hêza deryayî û kompaporên rûsî îro bi fermana serokomarrê Rûsyayê Vladimir Putin ve hate despêkirin û şandên leşkerî yên paye bilind ji zêdeyî 20 welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê jî tê de beşdarî kirin,
Admîral Emîr Huseyn Xanzadî, Fermandarê Deryayî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Kazim Celalî, Balyozê Îranê li Rûsyayê, û komek ji alîkarên fermandarên Deryayî, endamên şandeya îranî jî di merasîmê de ne.
Papora Sehend û papora Bender Makran, beşek ji Kompapora 75mîn î ya Komara Îslamî ya Îranê, piştî derbasbûna 14,000 mîlên deryayî û derbaskirina Okyanûsa Atlantîk û deverên stratejîk, beşdarî korta behrê ya Rûsyayê li Kendava Fînlandê bûn.
Ji Rûsya, Îranê, Hindistan û Pakistanê zêde ji 4000 yekîneyên marînzên pispor beşdarî meşa Behrê ya St.Pêtêrzbûrgê ne.
Peyama sereke ya vê tedbîqata behrê dê hişyariyek bibe ji Amerîka û NATOyê re, yên ku di mehên dawî de provakasyonên xwe li ser sînorên Rûsyayê dijwartir kirine.
Ji bilî yekîneyên seravkî yên ji Rûsya, Îran, Hindistan û Pakîstanê, heyetên leşkerî û fermandarên behrê yên ji Brezîlya, Arjantîn, Venezûela, Çîn, Namîbya, Qibris, Misir, Qatar, Bahreyn, Senegal û Bangladeş jî tê de beşdar in.