Tîrmeh 08, 2021 09:30 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê ji ber koça dawî ya Ehmed Cebrayîl sersaxî da

Wezîrê karên derve yê Îranê ji ber koça dawî ya Sekreterê giştî yê Bereya Gel jibo Rizgariya Filistînê (Fermandetiya Giştî) sersaxî da.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê bi peyamekê ji ber koça dawî ya Sekreterê giştî yê Bereya Gel jibo Rizgariya Filistînê sersaxî da.

Di peyama Zerîf da hatiye: Gelê bindest ê Filistînê, têkoşerekî mezin ji dest da ku temenê xwe da ser têkoşîna jibo rizgariya Qudsa şerîf.

Ehmed Cebrayîl di temenê 83 saletiyê da li nexweşxaneyeka Şamê koça dawî kir.

Ew sala 1938an ji bavekî filistînî û diyeka sûrî li gundê Yazpûrayê li bajarê Yafaya Filistînê ji dayîk bûbû.

 

Serepeyv