Hezîran 23, 2021 14:34 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê derbarê şermezarkirina kiryara Amerîkayê ya astengkirina domînên înternetî yên medyayî

Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê kiryara Amerîkayê ya destdanîna ser domînên înternetî yên girêdayî vê rêxistinê û medyayên bereya berxwedanê wek binpêkirina aşkira ya azadiya gotinê û êrîşa li ser medyayên azad û serbixwe da zanîn û şermezar kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryara Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê ya destdanîna ser domîna malperên kanalên Press TV, Al-Alam, Al-Kosar û El-Mesîreyê bi mehneyên pûç, ne mentiqî û derew pêk hatiye.

Hêjayî gotinê ye; Li pey tevgera dijî azadiyê ya nû ya dewleta Amerîkayê ya astengkirina domîna berfireh a malpera kanala inglîzî ya Press TV'yê, vê kanalê ragihand ku çalakiya xwe li ser Domîna "IR" didomîne.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Beşa pêwendiyên gelemperî ya kanala Press TV'yê ragihand ku çalakiya vê kanalê ji niha û pêva li ser domîna îranî ya 'IR' dê were domandin û rûpelên wê bi riya adresa PressTV.IR li ber dest in.

Serepeyv