May 13, 2021 10:55 Asia/Tehran
  • Zerîf gihîşte Madrîda Spanyayê

Wezîrê karên derve yê Îranê gihîşte Madrîda paytexta Spanyayê.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di destpêka gerra xwe ya Ewropayê gihîşte Madrîda paytexta Spanyayê.

Berfirehkirina giştalî ya pêwendiyên dualî û hevkariya di mijarên eleqedar dê babeta sereke ya vê seferê be.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêştir çû Sûriyê û bi rayedarên vî welatî ra civiya.

 

 

Serepeyv