Adar 11, 2021 08:40 Asia/Tehran
  • Zerîf: Pêngavên cebirandinê yên Îranê di çarçova Peymana Navokî da bûn

Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja telefonî digel hevpîşeyê xwe yê fenlandî da destnîşan kir ku pêngavên cebirandinê yên Îranê di çarçova Peymana Navokî da bûn.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê di gotûbêja telefonî tev hevpîêşeyê xwe yê fenlandî Peka Havîsto (Pekka Haavisto) da tevî bibîrxistina bêsoziya Amerîkayê di Peymana Navokî da û sepandina boykotên zalimane û neqanûnî dijî Îranê û blêdengiya Ewropayê derheqê wê, amajeya bi serhemdêxwebûna Îranê û cihanîna tam a sozên xwe heta salekê piştî wê kir.

Zerîf di vê gotûbêja telefonî da got: Pêngavên cebirandinê yên Îranê jî di çarçova Peymana Navokî da bûn û armanca wê pêkanîna hevsengiyê û parastina Peymana Navokî bû.

 

Serepeyv