Erdhejeke bi mezinahiya 5.6 Rîşterî Sîsexta Îranê hejand / 44 kes birîndar bûn
Sibat 18, 2021 08:05 Asia/Tehran
Rêxistina Awarte ya Îranê ragihand: Heta niha 44 kes ji wan 4 kes li Simîromê û 40 kes li şaristana Dinayê ji ber erdheja 5.6 rîşterî li şaristanên Yasûc û Sîsextê (başûrê rojavayê Îranê) birîndar bûne.
Li gorî rapora IRNAyê, Rêxistina Awarte ya Îranê Çarşemiyê bi şev di raporekê di vî warî da nivîsî: Birîndarbûna van kesan ji ber tirs û revînê bûye û xweşbextane heta niha ji ber vê erdhejê kesek nemiriye.