Çile 31, 2021 18:19 Asia/Tehran
  • Îranê derbarê qanûna rakirina boykotan ji Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ra name nivîsî

Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li cem rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê ragihand ku zemîne û hegerên pesendkirina Qanûna Kiryara Stratejîk jibo rakirina Boykotan û Parastina berjewendiyên gelê Îranê, di raporeke şiroveyî da ji Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê û welatên endam ra hat ragihandin û wek belgeya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê jî hat tomarkirin.

Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li cem rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê ragihand ku zemîne û hegerên pesendkirina Qanûna Kiryara Stratejîk jibo rakirina Boykotan û Parastina berjewendiyên gelê Îranê, di raporeke şiroveyî da ji Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê û welatên endam ra hat ragihandin û wek belgeya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê jî hat tomarkirin.

Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li cem rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê roja Yekşemiyê di gotûbêja digel nûçegihanan, derketina yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji Peymana Navokî di 8ê Gulana 2018an da û sepandina dubare ya boykotên betalkirî li gorî Peymana Navokî, sepandina boykotên nû bi beheneyên cûrbecûr û guhertina navê wan, sepandina zextê li ser welatên din û kompaniyên taybet jibo şopandina siyaseta serneketî ya qaşo Zexta Herîpirr wek mihwerên herî girîng ên vê raporê da zanîn.

Xerîb Abadî her wiha got: Berxwenegirtina kiryarên guncan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê va û sê welatên ewropî jibo misogerkirina rastîn a berjewendiyên Îranê li gorî Peymana Navokî û sekinîna bibandor li hemberî boykotên Amerîkayê û cubrankirina wan ji hêla bandorên rakirina boykotan, tevî zêde ji salekê sebra stratejîk a Îanê di warê cihanîna sozên xwe û piştrastkirina sozdariya Îranê di 15 raporên lipeyhev ên Rêveberê giştî yê Ajansê, ji mihwerên din ên nameya Îranê bo ajansê ne.

Xedartirbûna rewşa Peymana Navokî ji ber cihneanîna sozên aliyên ewropî ji wan di warên aborî, bankî, ticaret, enêrjî, sermiyandanîn û hwd, behremendnebûna pratîkî ya Îranê ji Peymana Navokî, lihevketina hevsengiya navbera sozên nivîsandî di Peymana Navokîda û hevsengiya navbera ylên dayî û yên standî û dabînbûna rewşa hiqûqî ya rawestandina pişkî an giştî ya sozên Îranê li gorî beşên 26 û 36 ên Peymana Navokî, berxwegirtina siyaseta pêkhatî ji zêdexwazî, bêtevgrî li hemberî sozên xwe, xerabkarî (navokî) û teror (şehîd Fexrîzade, zanyarê mzin ê Berevanî û Navokî) û piştgiriya ji siyaseteke wiha bi riya bêdengiya li hemberî kiryarên xerabker, tevî pêngavrakirina Îranê di çarçova Peymana Navokî da û dewama hevkariya tam û zelal digel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ji mihwerên din ên nameya Îranê bo Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ne ku Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li cem rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê amaje bi an kir.

 

Serepeyv