Cotmeh 09, 2025 17:59 Asia/Tehran
  • Komsyona Ewlehîya Netewî ya meclisa Îranê: Îran di asta herî bilind a aamdebûnê da ye

Endamekî Desteya Serokatîya Komsyona Ewlehîya Netewî ya Meclisa Îranê got: Hêzên çekdar ên me amade ne û her destdirêjîyek pêk were, dê bersiveke dubanber himber dijmin bidin.

Ibrahîm Rizayî got: Ez bi dilnîyayî dibêjin ku asta amadebûna berevanî û rezmê ya Komara Islamî ya Îranê gellekî serratir ji ya di 4 mehan berî nika da ye û em di asta herî jorîn a amadebûnê da ne û dê himber her destdirêjî û şerûtîyekê da, bersiveke vebirr û tepeserker bidin. Wî herwiha got: Heke dijmin vê carê şerûtîyê bike, bersiva me yê wêrankertir u poşmankertir ji ya berê be.

Rizayî ku di eynî demê da berdevkê Komsyona Ewlehîya Netewî u Sîyaseta Derve ya Meclisa Îranê ye, pêgirî kir ku dijmin ne di rewşekê da ye ku bikare êrişî Îranê bike.

Rizayî wek berteka himber vegerandina boykotên Konseya Emnî ya NY dijî Îranê jî got: Em vegerandina boykotên neqanûnî dijî Îranê karekî neqanûnî û zalimane dizanin ku di encamê da yê 6 biryarnameyên Konseya Emnî dijî Îranê bên sepandin, lê ew sepandina yê nebe sebeb rewşeke xirabtir ji rewşa nika pêk were. 

Serepeyv