Iraq li bereberê Hilbijartinek girîng da
Bi nêzîkbûna li hilbijartinên parlemana Iraqê li 11ê Mijdara 2025an karzan van hilbijartinan girîng û bi bandor bo pêşeroja Iraqê dinirxînin.
Gelê Iraqê di halekî de bo cara şeşan ji dema êrişa Amerîkayê di sala 2003an diçin ser sindoqan ku ew zêdetir ji her wexteke din hewcetî bi hilbijartina hinek nûneran bi bernameyên nû ne.Cumane Xelay Bedevka Komîsaryaya bilind ê serbixwe yê Hilbijartinên Iraqê got: Li gorî pergala bangeşeya hilbijartinê ya 2025an, ku ji 29 xalan pêk tê, divê berbijar pabendî qanûn û bernameyên taybetî bangeşeya hilbijartinê bin. Wê her wiha derbarê sextekariyên li hilbijartinan hişyariyê dide wan ji ber ku renge ew werin darizandin û heta ji hevrikiya hilbijartinê werin derxistin. Wê got: Armanca vê pergalê garantîkirina zelalbûn û silametiya hilbijartinan û parastina pêvajoya hevrikiya hilbijartinan li gorî qanûnê ye. Bilal Samerayî, rêveberê medyayê yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, jî ragihand ku komîteyên pisporiyê dê çavdêriya pêvajoya herikiyên hilbijartinê bikin û sûc û ceza ji bo binpêkaran hatine destnîşankirin. Wî her wiha got:Pabendbûna bi qanûnan dê di hilbijartinan û zelalî û silametiya wê misoger bike. Her wiha mafên namzed û welatiyan jî dê werin parastin. Feras Muslimawî, endamê fraksiyona Nûavakirin û Pêşketinê ku ji hêla Mihemed Şiya Sûdanî serokwezîrê Iraqê v piştgirî dibe jî got: Guhertin ji rêya boykotkirina hilbijartinan pêk nayê belku bi beşdarbûna çalak û çûyîna ser sindoqên dengdanê dê guhertinê li welêt pêk were.