Tekîda serkonsulê Îranê li herêma Kurdistanê ser bihêzbûna Peywendiyên Hewler û Tehranê
Feramerz Esedî, Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê, got ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gihîştine asta xwe ya herî bihêz.
Esedî bal kişand ser têkiliyên malbatî û çandî navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê û got: Li her du aliyên vî sînorî du gel jiyan nakin belku gelek dijî û ev yek têkiliyên di navbera wan hîn xurttir kiriye. Ji hêla siyasî ve jî , hevkariya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê di asta herî bilind de ne.Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê ji medyayyênHerêma Kurdistana Iraqê ji ber ragihandina raporên bêalî derbar şerê 12 rojî yê vê dawiyê navbera Îran û Rejîma Siyonîst sipasî kir û got: Têkiliyên rayedarên Îranî û rayedarên Herêma Kurdistana Iraqêde kûrahî û aktîvbûn û geşatiya têkiliyên navbera Tehran û Hewlêrê nîşan dide.