Cotmeh 10, 2025 19:50 Asia/Tehran
  • Ji dema têkçûna hikûmeta Esed va derdora 11 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin

Navenda nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê di rapora xwe ya herî nû da ragihand ku, ji dema têkçûna hikûmeta 'Bişar Esed' va di roja 8ê Kanûna 2024an heta 8ê Cotmeha 2025an, 10 hezar û 955 kes li Sûriyê ji ber êrîşên cûrbicûr ên terorîstî û tundûtûjiyan canê xwe ji dest dane.

Li gorî vê raporê, ji vê hejmarê 463 kes zarok û 636 kes jin bûne ku bi rêya kuştinên neqanûnî, darvekirinên meydanî, revandin, îşkence, êrîşa ser welatiyên sivîl, êrîşên çekdarî û teqînê li deverên cûrbicûr ên Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî vê raporê, ji nav gişt goriyên tundûtûjiyan li Sûriyê, sê hezar û 54 kes bûne qurbaniyê ciyawaziyên olî digel koma desthilatdar li vî welatî.

 

Serepeyv