Cotmeh 10, 2025 21:53 Asia/Tehran
  • Wezareta Derve ya Îranê liv û tevegrên leşkerî yên Amerîkayê li Amerîkaya Latîn Şermezar kir

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê liv û tevger û destwerdanên leşkerî yên Amerîkayê li Karayîb û Amerîkaya Latîn şermezar kir.

Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve kiryarên Amerîkayê yên  alozîçêker û bêîstîqrariyê li navçeya Karayîb û Amerîkaya Latîn, bi taybetî liv û tevgerên leşkerî yên vê dawiyê dijî Venezuelayê,  gefek dijî  aştî û ewlehiya herêmî da zanîn  û derbarê encamên berfirehbûna bêqanûnî û yekalîxwaziya şerxwazane ya Amerîkayê  ser aştî û îstîqrara cîhanî hişyarî da. Êrişên leşkerî yên Amerîkayê ser qayiqên masîgirtinê li vê herêmê û gefên zordariya dijî serweriya neteweyî û yekparçeyiya axa Venezuelayê şermezar kir û ev kiryar wekî binpêkirina eşkere ya xalên Peymana NY û rêzikên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî da zanîn.

Serepeyv