Zerîf: Geşatiya aborî ya Arazê bi vekirina riyên navçeyê serê xwe digire
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Geşatiya aborî ya Arazê bi vekirina mihwerên têkiliyê yên navçeyê serê xwe digire.
Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Şemiyê bi şev di sefera xwe ya navçeyî da dema seredana sînorê Culfayê, di kêleka hevdîtina bi rayedarên komara xweser a Nexcewanê û seredana sînorê Îranê û Nexcewanê da, got: Yekem xetê têkiliyê ku dikare were vekirin xetê Culfa-Nexcewan-Ermnenistanê ye ku dibe sebeba pêşketina dubare ya navçeya Culfa û Arazê.
Wî di van seredanan ku bi hevrêtiya Rêveberê Rêxistina Navçeya Azad a Arazê, parêzgarê Azerbayîcana Rojhilat û berpirsên vê parêzgehê pêk hat da, ji rewşa danûstandinên sînorî yên du welatan haydar bû.
Zerîf tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji bidawîbûşna şerê Qerebaxê û hêvîdariya derheqê pêkhatina aştî û dostiyê li navçeyê, got: Aniha demek e ku divê em gişt nêrîna ber bi pêşerojê bigirin ber xwe.
Wî tevî amajeya bi gotûbêjên xwe digel rayedarên welatên navçeyê, got: Vekirina xetên pêwendiyên navbera welatên navçeyê ku ji ber qeyraana Qerebaxê qewimîbû hat destnîşankrin û serêxwegirtina vê yekê dê li ser xêra me giştan be.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Gelek derfet li welatên navçeyê hene û em dikarin bi hevkariyê rê li ber pevçûnê bigirin û aştiya mayînde li navçeyê bibînin.
Seredana ji rawestgeha Hesinrê û Gumrika Culfayê li Nexcewanê û pira sînorî ya navbera Îranê û Komara Azerbayîcanê ji bernameyên Zerîf di sefera wî ya bo Nexcewanê bû.