Çile 18, 2021 07:20 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran derheqê têkbirina destdirêjkeran tu şik û gumanekê nake

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta derbarê kiryarên dijminane yên Amerîkayê li navçeya Rojavayê Asyayê ragihand: Îran derheqê têkbirina destdirêjkeran tu şik û gumanekê nake.

Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Yekşemiyê bi şev li Twitterê wek berteka li hemberî gerra balefirên bomberêj ên amerîkî li navçeya Rojavayê Asyayê, xitabî Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê nivîsî: Heke gerra balefirên bomberêj ên B-52H jibo tirsandin an hişyarkirina Îranê ye, divê we ew bi miliyaran dolarî jibo tendurustiya sermalderên xwe terxan dikir.

Zerîf di dewamê da nivîsî: Di halekî ku Îranê di 200 salên pêş da tu şerek destpê nekiriye, lê jibo têkbirina destdirêjkeran tu şik  û gumanekê nake.

Zerîf xitabê Trump nivîsî: Di vî warî da "Ji dostên xwe yên nêzik ku pişta Sedam (dîktatorê îdambûyî yê Iraqê) digirtin, bipirse."

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêştir jî di twitterê da ragihandibû, Donald Trump û hevriyên wî dewsa têkoşîan dijî Vîrûsa Koronayê li Amerîkayê, bi miliyaran dolar jibo rakirina balefirên bomberêj ên B-52 û şandina komkeştiyan bo navçeya Rojavayê Asyayê berhewa dikin.

Balefirên amerîkî di rojên dawî da du caran li navçeya Rojavayê Asyayê geriyane.

 

Serepeyv