Cotmeh 27, 2020 10:36 Asia/Tehran
  •  Erdhejek bihêz li parêzgeha Yezdê ya navenda Îranê

Îro 27.10.2020ê erdhejek bi hêza 5.2 li bajarokê Behabad a ser bi navçeya Bafiq a parêzgeha Yezd a li navenda Îranê pêkhat.

Malpera ISNA ya Îranê belav kir, erdhej saet 01:00ê ber bi sibehê ve pêkhatiye û 8 kîlometreyan di bin erdê de, 42 kîlometre nêzîk bajarokê Behabadê, 71 kîlometreyan nêzîk bajarokê Saxend û 86 kîlometreyan jî dûrî navçeya Bafiq ên ser bi parêzgeha Yezd a li navenda Îranê pêkhatiye.

Li gor gotinên serokê rêveberiya krîzên Îranê Îsmaîl Necar gelek tîmên hewarçûnê rêkirine navçeyê.

Heta naha derbarê ziyanên canî û madî yên wê erdhejê de ti nûçe û zanyariyek nehatiye belav kirin.  

Serepeyv