Kanûn 29, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Dijberiya Barzanî li himber destnîşankirina berbijarê Talebanî wek serokkomarê Iraqê

Serokê partiya Demokrat a Kurdistanê ragehand ku serokkomarê Iraqê para kurdan e lê divê mekanîzma hilbijartina wê were guhertin.

Mesûd Barzanî bal kişand ser vê yekê ku nabe tu tevgereke siyasî li Herêma Kurdistanê serokkomariya Iraqê wek milkê xwe yê kesane bibîne û got: Divê kesek ji aliyê parlemana  Herêma Kurdistanê ve wekî nunerê kurdan jibo posta serokkomariya Iraqê were hilbijartin û divê hemû aliyên kurd derbarê vî kesî de hevdeng bin.

Serokê PDK got ku rêçareya din ew e ku nûner û fraksiyonên kurdî li parlemana Iraqê kesekî jibo posta serokkomartiyê hilbijêrin.

Mesûd Barzanî got ku pêwîst nake kesê ku wekî serokkomar tê hilbijartin ser bi Partiyê be an ser bi yekitiyê be û dibe ku ev kes ji her aliyê an kesayetiyekî serbixwe be.

Serepeyv