Civîna dengdanê ji bo hilbijartina serokê parlemana Iraqê / Samerayî îstifa kir
Civîna parlemana Iraqê bi amadebûna 292 ji 329 endamên parlemanê ji bo hilbijartina serokê nû yê parlemanê hat lidarxistin.
Parlemana nû ya Iraqê piştî yekem civîna xwe ya piştî hilbijartinên parlemana vê dawiyê ya bi serokatiya Amêr Fayiz serokê Sunnî destpê kir.
Piştî destpêkirina vê civînê sekreterê parlemana Iraqê navên nûnerên hilbijartî yên gelê Iraqê di gerra şeşem de xwendin. Parlematerên Iraqê ji bo gerra nû sond xwarin.
Amir Ebdul Cebbar, Selîm Îsawî û Heybet Helbûsî ji bo bidestxistina posta serokatiya parlemana Iraqê hatibûn berbijaêrkirin ku bi îstifakirina Samerayî rê ji bo serokatiya Heybet Helbûsî hate vekirin.Piştî yekem civîna parlemana Iraqê û piştî hilbijartina serok û du cîgirên wî, di nav herî zêde 30 rojan de divê li gorî madeya 72 ya destûra bingehîn serokkomarek nû were hilbijartin. Panzde rojan piştî wê divê serokwezîrekî nû yê Iraqê were destnîşankirin.