Helbûsî bû serokê nû yê parlemana Iraqê
Kanûn 29, 2025 19:40 Asia/Tehran
Di yekem civîna denggirtinê ya dewra şeşem a parlemana Iraqê de, Heybet Helbûsî bi bidestxistina 208 dengan ji nav sê namzedên pêşniyarkirî wekî serokê nû yê parlemanê hate hilbijartin.
Heybet Hemed Ebas Helbûsî siyasetmedarê ku di sala 1980an de ji dayik bûye, Xwediyê bawernameyên lîsans û masterê di beşa zanistên siyasî de ji Zanîngeha Mustenseriye ya Bexdayê ye.
Di dewrên çarem û pêncem a parlemana Iraqê de serokê komîsyona nift û enerjiyê ya parlemanê bû. Helbûsî yek ji serokên damezrîner ên Partiya Teqedumê bi serokatiya Mihemed Helbûsî tê hesabê û her wiha serokê fraksiyona vê partiyê li parlemana Iraqê ye.