Kanûn 29, 2025 19:10 Asia/Tehran

Medyayên bi nav û deng ên biyanî ji ​​ajansên nûçeyan ên navneteweyî bigire heya rojname û torên şirovekirinê her yek nêrîneke cuda li ser avêtina sê setelaytên Îranê b esman rawestan. Hin ji wan ser berûlayên teknîkî û hevkariya fezayî di navbera Îran û Rûsiyê de sekinîn, hinek yên din jî ev kirayra Îranê di çarçoveya alûgurên jeopolîtîk de şirove kirin.

Reuterzê di nûçeya xwe ya li ser vê bûyerê de, bal kişand  ser nav û erkdariya setelayta Îranê , ev kiryar di çarçoveya dewama bernama fezayî ya Îranê û hevkariyên teknîkî ya di navbera Tehran û Moskowê de nirxand.Hinek medyayên Rejîma siyonîst ji wan Cruzalem Post û Times of Israel, avêtina  setelaytên Îranê bi  baldariya li ser  berûlayên ewlehî û siyasî şirove kirin.Van medya  tevî amajeya bi hevkariya Îran û Rûsyayê di warê fezayê de hewl dan ku vê bûyerê di çarçoveya alûgurên jeopolîtîkli herêmê de binirxînin. Di van raporan de, avêtina setelaytan ne tenê  pêşveçûnek teknolojîk, belku wekî beşek ji şiyanên stratejîk ên Îranê jî hatiye binavkirin.Di nav medyaya navneteweyî de, Blomberg jî derbarê avêtina sê setelaytên Îranê nivîsî ku ev setelayt  bo armancên wekî çavdêriya jîngehê û çandiniyê hatine dîzaynkirin.Televîzyona ndTV ya Hindistanê jî  nûçeya avêtina sê setelaytên Îranê ji Navenda Fezayê ya Vostoçniy ya Rûsiyê belav kir û setelayta  Paya wekî  setelayta wênekêşiyê ya herî pêşkeftî ya li Îranê  da nasandin.Rojnameya Amerîkî  ya Newsday jî  nivîsî ku Îranê sê ji setelaytên xwe şandine  xûlgeha erdê  û ev kiryar  pêşkeftina Îranê di warê teknolojiya fezayê û hevkariya navneteweyî de nîşan dide. Associated Press ragihand ku sê setelaytên ranî hatin  şandin bo fezayê. Ev setelayt ji bo rêveberiya çavkaniyên avê, çandinî û çavdêriya jîngehê  hatien dîzaynkirin û li bilindahiya nêzîkî 500 kîlometreyan a xpûlgeha erdê de cih girtin. 

Fethullah Êmî, serokê berê yê Lêkolîngeha Fezayê ya welêt, got: Avêtina hevdem a sê setelaytan û ketina Îranê di rêya avêtinên zincîreyî tenê serkeftinek teknolojîk nîne, belku  nîşaneke eşkere ya tevgera welêt ber bi xurtkirina binesaziya rêveberiya nûjen ve ye, kêmbûna girêdayîbûna staretjîk û jordebirina kalîteya xizmetên giştî li gorî teknolojiyên fezayî ye.

Serepeyv