Serkutkirina Xwepêşandanên Elewiyên Sûriy , kuştin û birîndarbûna neraziyan li Lazqiyê û Tertûsê
Di encama xwepêşandana berfireh a Elewiyên Sûriyê dijê êrişa ser mizgevta Elewiyan li Humsê, herî kêm du nerazî li Lazqiyê hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecî derbarê gullevaêtina mîlîtanên girêdayî hikûmeta demkî ya Colanî û şîdetên hêzên ewlehiyê dijî neraziyan li herêmên curbicur ên Sûriyê agahiyan didin û rewşa ewlehiyê li parêzgehên perav û navendî qeyranî hatiye ragehandin.
Medyaya Sûrî jî ragihand ku hêzek ewlehiyê yê ser bi Colanî di encama nerazîtiyan de hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.Bi hezaran Elewiyên Sûriyê li ser banga serokê Encumena Bilind a Îslamî ya Elewiyan, li bajarên curbicur ên vî welatî xwepêşandan kirin û daxwazên wekî federalîzm, mafê diyarkirina çarenûsê, û bidawîanîna perarwêzkirina siyasî rerwşa ewlehiyê ewlehiyê û serkutkirina xwepêşandanan ji hêla hêzên hikûmeta demkî û komên hevpeymanên wê ve protesto kirin.
Encumena Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriye û derveyî vî welatî êrişên hêzên hikûmeta demkî yên li dijî nearziyên Elewî bi tundî şermezar kir û ew wekî binpêkirina eşkere ya mafên mirovan bi nav kir û ragihand ku hikûmeta Colanî bi serkutkirina neraziyan nîşan daye ku e ku ew nûnerê rastîn ê gelê Sûriyê nîne û rêzê li mafên bingehîn ên welatiyan nagire.Di vê daxuyaniyê de hatiye ku hemû şiklên teror û çavtirsandinê li Sûriyê ji wan tevkujî, gullevaêtin, êrişa fîzîkî, desteserkirin û zordarî hatine bikaranîn.