Cotmeh 20, 2020 10:14 Asia/Tehran
  • Alaya kesk li ser gumêza tirsba îmamê heştem ê şîeyên cîhanê hat bilindkirin

Alaya kesk di roja sêyem a meha Rebî' ul-evel li ser gumêza tirba paqij a Îmam Reza (S), îmamê heştem ê şîeyên cîhanê li bajarê Meşhedê (bakurê rojhilata Îranê) hat bilindkirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Alaya Reş ku bi nîşana şîndariya ehlê beytê paqij (S) û rêzgirtin li saheta pîroz a Îmam Husên (S), Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê di destpêka meha Muheremê da li ser gumêzza tirba paqij a Îmam Reza (S) hatibû bilindkirin, îro Sêşemiyê piştî 63 rojan hat rakirin û alaya kesk a Rezewî dewsa wê girt.

Her wiha piştî du mehan şîndariyê di rohilatina sêyemîn roja meha rebî' ul-evelê da, neqarexaneya tirba paqij a Îmam Reza (S) dest bi jenînê kir û rûpûşa ziriya paqij a îmamê heştem ê şîeyên cîhanê jî hat guhertin.

Alaya tirba paqij a Rezewî di rojên salê da bi boneyên mezhebî di cejnan û salvegerên şehîdbûna şehîdbûna îmamên mesûm (S) çend caran tê guhertin ku heyama herî bilind a kureûpûşiya wê di mehên Muherem û Seferê da ye.

 

Serepeyv