Cotmeh 16, 2020 19:32 Asia/Tehran
  • Sersaxî; Salvegera şehîdbûna Îmamê heştem ê şîeyên Cîhanê

Sibe şemî 29ê Sefera 1442an a Koça Heyvî bernaberî 17ê Cotmeha 2020î, salvegera şehîdbûna Hezretê Reza (S), Îmamê heştem ê şîeyên cîhanê ye.

Hezretê Îmam Reza (S) sala 148ana  Koça heyvî li bajarê Medîneyê ji dayîk bû û di roja dawiyê ya meha Sefera sala 203an a Koça Heyvî şehîd bû.

Serdema jiyan û îmamtiya Hezretê Îmam Reza (S), dewrana zêdebûna hezkirina xelkê ji Ehlê Beytê paqij (S) û berfirehbûna pêgehên gelanî yên binemala Pêxemberê Hêja (S) ye.

Bi zêdebûna meyl û meraqa xelkê li Îmamê heştem ê Şîeyên Cîhanê (S), Memûn Xelîfeyê Ebasî bi komplogeriyê, ew jehrî û şehîd kir.

Gelê Îrana Îslamî di şev û roja şehîdbûnaa hezretê Îmam Reza (S) bi amadebûn ali Huseyniye, mizgef, tirba paqij a wî li Meşhedê (bakurê rojhilata Îranê) û tirba Hezreta Mesûmeyê (S) li bajarê pîroz ê Qumê li başûrê Têhranê, şîndarî dikirin; Lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, ev rêûrism bi awayê înternetî û ziyareta ji rêya dûr va pêk tên.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê, ji ber salvegera şehîdbûna Îmam Reza (S), sersaxiyê dide gişt misilmanan û azadîxwazên din ên cîhanê.

 

Serepeyv